Sinan Doruk, Gökhan Çalı
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Li Onikişubata navçeya Kahramanmaraşê agir bi daîreya apartmanekê ket û di encamê da 2 bira û xwîşkek mirin, 4 kesên birîndar bûn û bi dû ketin jî tên tedawîkirin.
Li Taxa Bogaziçiyê di daîreya qata 1em a apartmanekê da ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derket.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û polêsan hatin şandin.
Xwîşk û birayên bi navê Esra (45), Muhammet (32) û Abdulgani Saltali (26) ku hat diyarkirin astengdar in, di şewatê da mirin.
Mustafa Saltaliyê birayê din ê di şewatê da birîndar bû û her wiha Nevruz Saltaliya dayik a ku bi dû ket û her wiha 2 kesên din ên li heman qatê dijîn, bi ambulansê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Şewata ku ziyan jî gihand daîreyê, bi midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê hat vemirandin.