İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
12 Nîsan 2025•Rojanekirin: 13 Nîsan 2025
Li Mûşê berf barî û li hin gundên Mûşê qalindiya berfê gihîşt 20 santîmetreyî.
Li bajêr ji ber berfê rêya 39 cî û waran hat girtin û ekîbên Îdareya Taybet ya Mûşê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
Ji ber berfa ku di meha Nîsanê da barî li gundê Yukariyongaliya 50 kîlometre dûrî bajêr e, qalindiya berfê gihîşt 20 santîmetreyî.
Welatiyên bi berfê ra şiyar bûn berfa li ber derî û li ser xaniyên xwe paqij kirin.