Jiyan

Li Hekariyê pêwîstiya zerzewat û fêkiyan a malbatên destteng dê ji baxçeyê ku dewletê ava kir were dabînkirin

Li Hekariyê ji bo dabînkirina pêwîstiya zerzewat û fêkiyan a malbatên destteng li ciyekî 10 hezar metrekareyî "Bostanê Gel" hat avakirin

Önder Beyter  | 02.07.2020 - Rojanekırın : 03.07.2020
Li Hekariyê pêwîstiya zerzewat û fêkiyan a malbatên destteng dê ji baxçeyê ku dewletê ava kir were dabînkirin

Hakkari

 Bi destê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Hekariyê ji bo nirxandina zewiyên şemare, projeya "Bostanê Gel" hat cîbicîkirin û di vê çarçoveyê da ji bo malbatên destteng zerzewat û fêkî dê bên danîn.

Li bajêr Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ku ji bo temambûna kêmasiyên binesazî û sersaziyê projeyên mezin cîbicî kirin, ji bo dabînkirina pêwîstiyên malbatên destteng jî projeyên civakî bi rê va dibe.

Rêveberiya Taybet a Parêzgehê di vê çarçoveyê da projeya "Bostanê Gel" amade kir û ji bo ku li gundê Otlucayê li ser 10 hezar metrekare zeviya şemare, zerzewat û fêkî bên danîn, xebat da destpêkirin.

Li qada ku bi xebata dûrûdirêj a ekîban hat amadekirin, Alîkarê Walî û Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Mustafa Duruk, personelê saziyê û karkeran bi hezaran şitilên tametês, xiyar, îsot, patlican, zebeş, qire û qawûnan danîn.

Berhemên ku ji vê derê dê bên berhevkirin, bêucret dê li malbatên destteng ên li bajêr werin belavkirin.

- "Em dixwazin derxin 50 hezar metrekareyî"

Alîkarê Walî Duruk di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan ji bo dabînkirina pêwîstiyên hewcedaran û ji bo nîşankirina rûyê şewqetê yê dewletê, projeya "Bostanê Gel" cîbicî kir.

Duruk diyar kir ku wan li ser 10 metrekareyî erdê ku seba vê armancê hat veqetandin, şitilên tametês, xiyar, îsot, patlican, zebeş, qire û qawûnan danîn û wiha dewam kir:

"Gava van şitilên me berhem dan, em pakêt bikin û bêucret bibin ber deriyê welatiyên me yên hewcedar. Em ê vê projeyê saleke din mezintir bikin. Em ê qada ku em diajon, derxin 50 hezar metrekareyî."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.