Jiyan

Li Hekariyê dîmenên marîjekên pitikpitikî ku di bin parastinê da ne hatin kişandin

Li navçeya Şemdînliyê marîjekên pitikpitikî ku li ser cisnê wan xetere heye û lewma di bin parastinê da ne hatin dîtin

Önder Beyter   | 01.06.2020
Li Hekariyê dîmenên marîjekên pitikpitikî ku di bin parastinê da ne hatin kişandin

Hakkari

 Li Şemdînliya navçeya Hekariyê marîjekên pitikpitikî ku cisnê wan di bin parastinê da ne hatin dîtin.

Şêniyên gundê Gunyaziyê ku 20 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, li kêleka çemê nêzîkî gund 5 marîjekên pitikpitikî ku li ser cisnê wan xetere heye û lewma di bin parastinê da ne dîtin.

Hat ragihandin ku ji bo parastina marîjekên ku ekîba AAyê dîmenên wê kişandin û bi xalên xwe yên qîç balê dikişînin û herwiha tê texmînkirin û ji du malbatan pêk tên, xebat dê bê destpêkirin.

Endamê Hîndekariyê yê Makezanista Biyolojiyê ya Enstîtuya Zanistên Fenê ya Zanîngeha Hekariyê Doç. Dr. Can Yilmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Tirkiye ji hêla dewlemendiya biyolojîk va yek ji welatên herî dewlemend ên Ewropa û Rojhilata Navîn e.

Yilmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê du cinsên cuda yên beqên bidêl ku cinsa wan "Neurergus" e, hene û wiha axivî:

Ev cins Neurergus Strauchii (Marîjeka Pitikpitikî ya Anadoluyê) û Neurergus Crocatus (Marîjeka Urmiyeyê) ne. Marîjeka Urmiyeyê ku li welatê me li Hekariyê û Şirnexê hene, cara ewil di Gola Urmiyeyê ya li Îranê da hatiye tesbîtkirin. Marîjeka Urmiyeyê li gorî Lîsteya Sor a Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî di kategoriya mumkin e ku zirarê bibîne da ye. Ji ber ku di kategoriya mumkin e ku zirarê bibîne da ye, divê bê parastin."

Welatî Ebubekir Geylan jî diyar kir ku ew di çemê nêzîkî gund da rastî vê cinsê hatin û wiha got, "Me nizanibû nesla van ajalan di xetereyê da ye. Hêkên xwe datînin vir û timî li hev zêde dibin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.