Jiyan

Li gorî Lavrov bersiva Amerîkayê ya ji bo Rûsyayê ya li ser mijarên ewlekariyê ne erênî ye

Dmitri Chirciu  | 27.01.2022 - Rojanekırın : 27.01.2022
Li gorî Lavrov bersiva Amerîkayê ya ji bo Rûsyayê ya li ser mijarên ewlekariyê ne erênî ye

Moskova

MOSKOVA (AA) - Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, bersiva ku Amerîkayê li ser mijarên ewlekariyê da wan ne erênî ye û wiha got, "Di belgeyê da bersivên hêviyê didin hene ku dê di mijarên plana duyemîn da îstişareyên cidî dest pê bikin."

Lavrov der heqê bersiva nivîskî ya Amerîkayê ya ji bo pêşniyazên Rûsyayê yên di warê ewlekariyê da daxuyanî da.

Der heqê naveroka bersivê da Lavrov wiha got, "Di belgeyê da bersivên hêviyê didin hene ku dê di mijarên plana duyemîn da îstişareyên cidî dest pê bikin. Di belgeyê da der heqê mijara herî girîng da jî berteka erênî tuneye."

Lavrov bal kişand ku ji bo Rûsyayê pir girîng e ku NATO ber bi rojhilatê neşiqite û wiha dewam kir:

"Di pêşniyazên me da du helwestên girîng ên têkildarî hev hene. Yek, ew yek tê naskirin ku her dewletek azad e ku îtifaqên ekserî hilbijêre. Dudu, ew berpirsiyarî ye ku her dewletek ewlekariya xwe bi beramberî ewlekariya yên din, bihêz neke. Ev rêgez bi zanebûn nayê axaftin."

Lavrov got ku Rojava di vê mijarê da konetiyê dike û ew bersiva Amerîkayê analîz dikin.

Lavrov di mijara gelo ev bersiv dê bi rayagiştî ra were parvekirin an na jî wiha got, "Ez wisa difikirim ku rayagiştî dê di demeke nêzîk da naveroka bersivê hîn bibe. Hempîşeyên me yên Amerîkan ji me ra gotin ku di mijara naveroka vê bersivê da ew digel mitefiq û Ukraynayê mitebiq in. Di wê yekê da şik tuneye ku bersiv dê di demeke nêzîk da xwe bidize û eşkere bibe."

Lavrov diyar kir, wan der heqê pêşniyazên xwe yên ewlekariyê da ji NATOyê piştrastkirin sitand û wiha got, "Em herdu belgeyan jî wekî yekî dibînin. Em ê van bersivan piştî îstişareya di navbera saziyan da wekî rapor pêşkêşî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn bikin. Putîn dê biryara gavên me yên di siberojê da bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın