Jiyan

Li Gazîentabê hosteyên xwarinê kêfxweş in ku xwaringeh dîsa vebûn

Hosteyên li Gazîentaba ku ji hêla UNESCOyê va wek bajarê gastronomiyê di nav "Şaxa Bajarên Afirîner" da cih digire kêfxweş in ku dîsa deriyê xwe ji mişteriyên xwe ra vekirin.

Türkan Tosun   | 02.03.2021
Li Gazîentabê hosteyên xwarinê kêfxweş in ku xwaringeh dîsa vebûn

Gaziantep

Hosteyên li Gazîentaba ku ji hêla UNESCOyê va wek bajarê gastronomiyê di nav "Şaxa Bajarên Afirîner" da cih digire kêfxweş in ku dîsa deriyê xwe ji mişteriyên xwe ra vekirin.

Li gor nexşerêya rîskê ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li bajarên ku rîsk lê zêde nîne destûr hat dayîn ku xwaringeh, kafeterya, pastane, çayxane û kargehên wek van di navbera 07.00 û 19.00an da ji sedî 50 kapasîteyê va bên vekirin.

Li bajarê Gazîentabê jî xwaringeh û restorantan deriyê xwe ji mişteriyên xwe ra vekir û ji ber vê kêfxweş in.

Hosteyê kebaban Îbrahîm Çadir ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev 4 meh e kargeha wan girtiye û ew tenê wek servîsa pakêtê xwe digihînin mişteriyên xwe.

Çadir anî ziman di wê navberê da wan gelekî zehmetî kişandiye û wiha axivî: "Me zehmetî kişand, lê tenduristî ji her tiştî girîngtir e. Me sebir kir, niha şikir mişteriyên me hêdî hêdî tên. Îro roja ewil e, mişterî kêm in. Lê ne pirsgirêk e, em kêfxweş in ku em dîsa gihîştin mişteriyên xwe."

- "Me li kargeha xwe tevdîr hildan em wisa xizmetê didin"

Hosteyê beyranê Mehmet Çavdar jî got beyran xwarineke girîng a bajêr e û wiha axivî: "Berê me bi pakêtan serwês dikir, lê taybetmendiya beyranê ew e ku germ bê vexwarin. Ji ber vê karê me hinekî kêm bûbû. Îro roja ewil e lê gelek kes tên beyranê vedixwin. Heke em tevdîrê kêm nekin emê bigihêjin rojên bi tenduristî."

Hasan Tuna jî got Gazîentabê gelek xwarinên xweş hene û wiha dewam kir: "Me pir bêriya wan kiribû. Ji ber ku rewş hinekî normal bû ez û malbata xwe em hatin beyranê vexwin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın