Kemal Özdemir
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Erzincanê wesayîteke bazirganiyê ya sivik welgeriya, 3 kes birîndar bûn.
Wesayîteke bazirganiyê ya sivik ya ku şofêrê wê Cahît D. û plaqeya wê 26 AED 318 e, li ser rêya Erzincan-Sêwasê li Taxa Tunellerê welgeriya devê rê.
Li ser cawdayînê ekîbên tenduristî, polês, cendirme û AFADê çûn herêmê.
Di qezayê da şofêr û ji heman malbatê F.D. û M.D birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzîncan Bînalî Yildirimê.
Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa F.D giran e.