Emin Ferhat Sevilir
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Li Erzincanê du wesayît li hev qelibîn, di qezayê da 5 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê A.T.P. (25) û plaqeya wê 24 AAY 741 û wesayîta ku şofêrê wê F.K. (49) û plaqeya wê 24 ABH 814 li hev qelibîn.
Li ser cawdayinê polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da her du şofêr, H.G. (22), A.S. (22) û Î.G. (24) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzîncan Bînalî Yildirimê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran ne giran e.