Li Erdexanê daristana Ovapinarê bi rengîn payîzê xemilî
Ardahan
Li Erdexanê daristana Ovapinarê ya ku derdora wê bi çamên zer va hatiye dorpêçkirin, bi rengên payîzê xemilî.
Daristana ku li ser rêya Erdexan û Goleyê di kîlomêtroya 6em da ye, her demsal xweş e.
Bi hatina payîzê ra dar û ber zer bûn û dîmenên xweş derketin holê.
Endamê Rêvebiriyê yê Yekîtiya Konseyên Bajêr a Tirkiye û Serokê Konseya Bajarê Erdexanê Burak Taştan ji nûçegihanê AAyê ra got ku herêm payîzê xweş dibe û wiha dewam kir, "Vê gavê ev der pir xweş e. Darên Çamê zer bûn û dîmenên pir xweş derketin holê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.