Önder Beyter
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
Li Entab, Riha, Meletî û Meraşê ku di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da sînordarkirina derketina derva tê sepandin, kuçe û kolan xalî bûn.
Piştî biryara Wezareta Karên Navxweyî ya 3 roj sînordarkirina derketina derva ya ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê, li her çar bajaran kuçe, kolan û meydan xalî bûn.
Di roja dawîn a sînordarkirinê da li Entabê Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê, xaçerêyên Gazî Muhtar, Zanîngeh û Karataşê xalî bûn. Li bajêr kontrol û sepana trafîqa wesayîtan a hindik a li kuçe û kolanên bajêr dewam kir, wesayît hatin rawestandin û kontrolkirin û herwiha ceza li wesayîtên ne li gorî giştînameyê hat birîn.
- Meletî
Li Meletiyê jî Meydana Gel a 15ê Tîrmehê, Meydana Soykanê, kolanên Sêwas, Înonu û Ataturkê bêdeng in.
Dewriyeyên peya yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li kuçe û kolanên sereke yên bajêr peywirê tînin cih.
- Riha
Li Rihayê di roja dawîn a sînordarkirinê da kuçe û kolan xalî bûn.
Li xaçerêyên Ataturk, Recep Tayyip Erdogan û GAPê û herwiha kolanên Rêya Dîwanê, Gola Masiyan û Ewlekariyê jî peywirdar ne tê da, trafîqa însan û wesayîtan berjêrî asta herî nizim bû.
- Meraş
Kolana Trabzonê ku yek ji kolanên herî qelebalix ê Meraşê ye di serî da, li xaçerêyên Azerbaycan, Ataturk û Şekerdereyê çûn û hatin wesayîtan nehat dîtin.
Herwiha meydanên Miftîtî, Demokrasî, Îradeya Gel û Mizgefta Mezin jî peywirdar ne tê da xalî bûn.