Jiyan

Li Egîla navçeya Diyarbekirê çêkirina dimsê dest pê kir

Ömer Yasin Ergin, Hamdullah Zengin   | 21.10.2021
Li Egîla navçeya Diyarbekirê çêkirina dimsê dest pê kir

Diyarbakir

 Li Egîla navçeya Diyarbekirê bi tiriyên organîk va bastîq, meşlûr û dimis tê çêkirin.

Cotkarên li gundê Doşemelerê dijîn piştî gelek zehmetiyan dest bi çandiniya tiriyan kirin.

Gundiyan tirî berhev kirin, di stîlan da kelandin û paşê pê bastîq, meşlûr û dimis çêkirin.

Behçet Gordukê 61 salî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev 50 sal e ew bi malbatî vî karî dikin û wiha axivî: "Em ava tiriyan di sîtilan da dikelînin. Paşê em ar dixin nav. Piştî vê pê bastîq û meşlûrê çêdikin. Karekî zehmet e, lê pir bi tehm e. Ji ber ku em kevneşopiyên xwe didomînin em pir kêfxweş in. Li vir her kes vî karî bihezkirin dike."

Yakup Gordukê 57 salî jî got rezê tiriyan ji kal û bavan ji wan ra maye, lê li gor berê ji sedî 80 hilberîn kêm bûye.

Gorduk wiha axivî: "Berê em 20 rojan di nav rez da diman û me rojê 2 stîl dikeland. Niha em herî zêde 2 rojan dimînin. Hilberîn li gor berê ji sedî 80 kêm bûye. Me berê hin tişt difrot, lê niha ancax têra me dike. Li bajêr tiriyê herî baş li Egîlê heye. Em li cihê pêxemberan dijîn. Tiriyên me bereketa xwe ji vê tehmê hildidin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın