Jiyan

Li Dêrxasê jin eleqeyê nîşanî qursa fîlografiyê didin

Sabri Yıldırım  | 13.04.2021 - Rojanekırın : 14.04.2021
Li Dêrxasê jin eleqeyê nîşanî qursa fîlografiyê didin

Muş

Li Dêrxasa navçeya Mûşê jinên beşdarî qursa fîlografiyê ya Navenda Piştgiriya Malbatê (ADEM) bûn hem ji xwe ra mesleg hîn dibin hem jî berhemên çêdikin difroşin pê tevkariyê didin aboriya malbatên xwe.

Aysun Dedeogluya hîndekara qursê got jin ji bo dema xwe baş derbas bikin tên qursê.

Dedeogluyê destnîşan kir ku 20 jin beşdarî qursa wan bûn û wiha axivî:

"Hunera fîlografiyê ji mix û têlan tê çêkirin. Eva hunera bi salan e tê kirin. Qursiyerên me nexş û şeklan bi mix û têlan çêdikin û dikin tablo. Van tabloyan jî difroşin û tevkariyê didin budçeya xwe. Qaymeqamê me jî di her mijarê da piştgiriyê dide me."

Dedeogluyê got jin bi vî awayî tevî civakê dibin, li malan rûnanin tên ji xwe ra li vê qursê dema xwe derbas dikin.

Neşe Çelîka qursiyer jî got ji hunera fîlografiyê hez dike û wiha pê da çû: "Kêm û zêde mehek e min dest bi qursê kiriye. Ez li vê derê hem hunerê hîn dibim hem jî dahatê bi dest dixim. Tabloyên me bi mixan tên çêkirin. Em li gor sparîşan jî tabloyan çêdikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın