Li Diyarbekirê mekanên dîrokî bi rîtma werzişê vejiyan

 Li Diyarbekirê di çarçoveya "Hefteya Werzişê ya Ewropayê" da di çalakiyên ku di 12 branşan da hatin lidarxistin da mekanên dîrokî yên bajêr, mazûvaniya werzişvanan dikin.

Çalakiyên ku di branşên weke karate, tekvando, judo, tenîsa pê, badminton, zendbazî, futbol, tenîsa maseyê, voleybol, curling, kişik û boksê ji aliyê Rêveberiya Werziş û Ciwanan va tên lidarxistin, îsal li mekanên dîrokî yê Diyarbekirê birêva diçin.

Di organîzsasyona ku armanca wê handana zarok ciwanan ji bo werzişê û danasîna mekanên dîrokî ye, bi dehan zarok û ciwan di branşên cuda da li Kompleksa Navbedenê û Qesra Cemîl Paşayê yên li navçeya navendî Sûrê, werzişê dikin.

Organîzsayona ku hêza yekgirtî ya werzişê bi atmosfera dîrokî ra dike yek, dîmenên rengîn jî nîşan dide.

Dê seranserê hefteyekê dengê zarok û ciwanên ku şaxên cûda yên werzişê diceribînin li cihên dîrokî yên ku di tevahiya salê da mazûvaniya mêvanên xwecihî û biyanî dikin, deng vede.

Sevda Kayaya rahênera tekvandoyê ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku îsal bi mebesta danasîna mekanên dîrokî yên Diyarbekirê û anîna werzişê bo nav mekanên dîrokî, çalakiyên "Hefteya Werzişê ya Ewropayê" bi konsepteke cuda li dar dixin.

Selman Surenê rahênerê judoyê jî diyar kir ku çalakiyên îsal li deverên dîrokî bi beşdarbûna nêzîkî 250 werzişvanan di 12 kategoriyan da tên lidarxistin.

Elanur Boncuka yek ji werzişvanan, destnîşan kir ku ew nêzîkî du salan e boksê dike û ev cara yekem e ku li cihekî cuda beşdarî pêşbirkek werzişî dibe.