Jiyan

Li Diyarbekirê ji bo zarokan li meydana gund sînemaya derva hat avakirin

Ömer Yasin Ergin, Yusuf Batı  | 21.09.2021 - Rojanekırın : 22.09.2021
Li Diyarbekirê ji bo zarokan li meydana gund sînemaya derva hat avakirin

Diyarbakir

 Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê şaredarî ji bo zarokên li gundan dijîn fîlmên sînemayê dide lîstin.

Şaredariya Sîlvanê ji bo ku zarokên di tesîra pêvajoya nexweşiya Kovîd-19ê da man û di emrê xwe da qet neçûne sînemayê dema xwe bi dilxweşî derbas bikin "Projeya Sînemaya Derva" amade kir.

Di çarçoveya projeyê da ekîbên şaredariyê diçin gund û goman ekranên mezin li meydanan ava dikin û xêzfîlman bi zarokan didin temaşekirin.

Zarokên ku hinekên wan qet neçûne sînemayê bi xwarin û vexwarinên tên îkramkirin va fîlman temaşe dikin.

Ekîbên şaredariyê vê carê hatin Boyunluya gundê ji 230 xaneyî pêk tê. Li ekrana mezin xêzefîlm hat nîşandan û hin zarokan li ser malên xwe bi dê û bavên xwe ra fîlm temaşe kirin.

Murat ozturkê Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Sîlvanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hetanî niha çûn 10 gundan bi tengaya 2 hezar û 500 zarokî fîlm dan temaşekirin.

Ozturk got şaredarî çalakiyên çandî li gundan jî dimeşîne û dixwazin di pêşerojê da cureyên van çalakiyan zêde bikin û wiha pê da çû:

"Armanca me ew e ku bi taybetî bigihêjin zarokên îmkanê nabînin û malbatên wan ên li gundan û çalakiyên çandî yên li gundan bînin astekê. Mixabin bi salan li gundên Sîlvanê xebatên wiha nehatine kirin. Em dixwazin êdî vê nêrînê li navçe û gundan biguherînin. Em dixwazin gund û taxên Sîlvanê bi xebatên çand û sporê werin zanîn. Em eleqeyeke mezin dibînin. Li ciynên ku em diçinê xwendekar û malbat eleqeyeke mezin nîşan didin."

Gulnaz Simpîla 9 salî ya fîlm temae kir jî got cara ewil e li derva fîlma sînemayê temaşe dike.

Simpîlê got bi hevalên xwe ra rojeke têr û tijî derbas kir û wiha pê da çû: "Em kêfxweş bûn û me fîlm temaşe kir. Ez berê qet neçûbûm sînemayê. Ji bo gundê me bû guherîneke xweş. Ez qaymeqamê me ra sipas dikim. Demeke dirêj e ku ez qet qasî vê şa nebibûm."

Salîh Simpîl jî wiha axivî: "Ez "14 salî me, hetanî niha qet neçûme sînemayê. Min nizanibû ku tiştekê çito ye. Sînema hat gundê me, me li derva fîlma sînemayê temaşe kir. Lîstik lîstin, garisên teqandî xwar."

Simpîl destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê demeke dirêj e qasî îro kêfxweş nebibûn ji kesên keda wan tevlî bûn ra sipas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın