Jiyan

Li Diyarbekirê erazî bi avdanê geş û xweş bûn û dahata cotkaran jî zêde dibe

Ahmet Kaplan  | 28.07.2022 - Rojanekırın : 02.08.2022
Li Diyarbekirê erazî bi avdanê geş û xweş bûn û dahata cotkaran jî zêde dibe

Diyarbakir

Li Diyarbekirê bi saya xebatên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) 720 hezar dekar erazî hat avdan û debara cotkaran jî zêde bû.

Ji ber ku li Diyarbekirê 7 milyon dekar eraziyên çandiniyê heye, bajar di nav wan navendên çandiniyê yên herî girîng ên li Tirkiyeyê da cih digire.

DSÎyê xebatek dabû dest pê kirin ku 4 milyon û 210 hezar dekar erazî bê avdan, xebatên vê projeyê dewam dikin.

Midûrê Herêma 10emîn ya DSÎyê Mahir Arslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew di qada avdana eraziyan, vejen, ava vexwarinê û parastina lehiyê da xizmetê didin, ji bo vê jî du projeyên Kralkizi-Dîcle û Sîlvanê dimeşînin.

Arslan got hişkahiya di nav 2 salan da çêbû nîşan dide ku çandiniya bi avê û depokirina avê çiqas girîng e.

Arslan anî ziman li Diyarbekirê 421 hezar eraziyên dikarin bên avdan heye ku wan heta niha 720 hezar dekar erazî ji bo avdanê amade kiriye û ew li ser 100 hezar dekar erazî jî dixebitin ku pêşkêşî cotkaran bikin.

Arslan wiha got: "Em li qadê ne, ji bo cotkarên me bi rehetî çandiniyê bikin, çi ji destê me tê em dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın