Li Diyarbekirê 4 kesên ku ji bo paqijkirinê ketin bîra avê mirin

 Li Çermîka navçeya Diyarbekirê 4 kesên ku ji bo paqijkirinê ketin bîra avê bi jehrê ketin û mirin.

Li Taxa Petekkayayê Mehmet (33), Mehmet (35) û Kemal Karabag (18) û Hanîfî Yeşîlyaprak (38) ji bo paqijkirinê ketin bîra avê ya dora wê kevir bû.

Li ser îxbara eqrebayên wan ekîbên tenduristî, AFAD, îtfaiye û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.

Ekîb bi merdîwen û werîsê ketin bîra kûrahiya wê 15 mêtro ye û devê wê biqasî metroyek e û tesbît kirin ku 4 kes bi xaza karbomonoksîtê jehrî ketine û mirine.

Ekîban cenaze ji bîrê derxistin û cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tibê Edlî ya Diyarbekirê.

Di daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê da hat gotin ku li Taxa Petekkayayê ya Çermikê di saet 16.40î da 4 kesên ku ji bo paqijkirina bîra avê ketin bîrp bi xaza karbomnonoksîtê jehrî ketin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li ser îxbarê ekîbên AFAD, îtfaiye, tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin û digel midaxeleyê nekaîrn welatiyên di bîrê da xilas bikin û hat gotin ku "Welatiyên me mixabin ku mirin. Der barê bûyerê da lêkolînên edlî û îdarî hat destpêkirin. Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dan bike, serê malbat, eqreba û hemû hemşeriyên me sax be."