Jiyan

Li Diyarbekirê zarokên ku ji germê aciz bûn ketin hawizê parkê

Li Diyarbekirê zarokên ku ji germê aciz bûn xwe di hawizê xemlê de hênik kirin.

Mehmet Sıddık Kaya   | 21.07.2021
Li Diyarbekirê zarokên ku ji germê aciz bûn ketin hawizê parkê

Diyarbakir

Li Diyarbekirê zarokên ku ji germê aciz bûn xwe di hawizê xemlê de hênik kirin.

Li bajarê ku germahiyê 40 pleyî derbas dike, zarokên li navçeya Sûrê him ji bo hênikbûnê û him ji bo kêfê ketin hawizê li Park Anzeleyê.

Hat dîtin ku hinek zarok xwe diavêjin avê û hinekan jî xwe li ber tavê dirêj kiriye.

Şehmûs Papatyayê 13 salî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

"Diyarbekir gelekî germ e. Ji ber germê em hatin Anzeleyê. Em hefteyê 3-4 rojan têne vêderê soberiyê. Min sibehê şekir berhev kirin piştre hatim Anzeleyê."

Zerdeş Mediyê 15 salî jî destnîşan kir ku bi hevalên xwe re di hawiz de xwe hênik dikin û soberiyê dikin.

Medî anî ziman ku bajar gelekî germ e û di malê de gelekî aciz dibin. Loma jî ji bo hênik bibin berê xwe didin hawiz.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın