Jiyan

Li Diyarbekirê xezîneya veşarî ya ku ji bo "pêgeha îzole" namzed e: Sûlava Îkîzê

Navçeya Çêrmûkê ku di turîzma germavê da li Diyarbekirê navçeyeke girîng e, bi Sûlava Îkîzê û parkûra meşê va wê bibe pêgeha nû ya siruşthezan.

İbrahim Atmaca,Abdullah Tel   | 13.01.2021
Li Diyarbekirê xezîneya veşarî ya ku ji bo "pêgeha îzole" namzed e: Sûlava Îkîzê

Diyarbakir

 Navçeya Çêrmûkê ku di turîzma germavê da li Diyarbekirê navçeyeke girîng e, bi Sûlava Îkîzê û parkûra meşê va wê bibe pêgeha nû ya siruşthezan.

Li Çêrmûkê weke çavkaniyên avê yên ku dibêjin seba gelek nexweşiyan rind in, hemamên salane, Çemê Sînekê ku pêgeha nû ya hezjêkerên hilpazbûna zinaran û raftîngê ye, Çiyayê Gelîncîkê ku bûye mijara efsaneyan û dişibe perîbaceyan û gelek nirxên dîrokî, çandî û siruştî hene.

Sûlavên Îkîzê ku li taxa Yabanardiyê ne û weke xezîneya veşarî ne û parkûra meşê jî di nav van nirxan da cih digre.

Sûlava Îkîzê û parkûra meşê di pêvajoya şewbê da seba kesên ku peyê cihên xalî ketine, wê bibe pêgeh.

Li Diyarbekirê xezîneya veşarî ya ku ji bo "pêgeha îzole" namzed e: Sûlava Îkîzê

- "Em dixwazin piştgiriyê bidin danasîna vê derê"

Qaymeqamê Çêrmûkê Ramazan Polat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew dixwazin xweşikahiyên navçeyê û yên Diyarbekirê bidin nasîn.

Polat li ser girîngiya Sûlava Îkîzê û parkûra meşê sekinî û wiha axivî, "Em dixwazin piştgiriyê bidin danasîna vê derê. Armanca me ew e ku meriv bi vê derê beled bin, di pêvajoya pandemiyê da wextê xwe li cihekî rehet û tenduristîtir derbas bikin. Xebata me ya Parka Tebîetê heye. Em bi Midûriya Bajêr a Parkên Siruştî û Neteweyî ra hevdîtinan dikin."

Polat destnîşan kir ku kesên tên serdana herêmê ji sûlavekê dest bi meşê dikin û di nava dengê çûk û sirûştê da heta sûlava din qasî kîlometreyekî dimeşin.

Di axaftina xwe da Polat bal kişand ser aşê avî yê ku qasî 250 sale li herêmê ye û wiha pê da çû: "Merivên tên wê ewilî sûlavan bibînin û di nav dengê av û çûkan da bimeşin. Seranserê çem jî çend sûlavên me yên biçûk hene. Nebatên me yên li vê derê zêde ne û pezkovî jî hene."

- "Wê xizmeteke gelek baş be"

Şaredarê Çêrmikê Şehmus Karamehmetoglu jî destnîşan kir ku sûlavên li herêmên wan bala wênekêş û hezkirên sirûştê dikşîne û wiha domand: "Em ê di nav sûlavan da rêya meşê çêbikin. Dema derfetên vê derê ji bo welatiyan bê pêşkeşkirin wê xizmeteke gelek xweş çêbibe. Wek şaredarî çi ji destê me bê emê bikin."

Midûrê Ciwan û Sporê yê Navçeyê Celalettîn Karayilan jî got ku herêm ji bo sporên sirûştê cihekî gelek başe û ew jî plan dikin meşa di nav dar û deviyan da û gerên bi dûçerxan organîze bikin.

Mixtarê gundê Yabanardiyê Hidir Yildiz jî diyar kir ku dema eleqeya li ser herêmê bi xêra tûrîzmê zêde bibe ev yek wê bi kêrî şêniyên herêmê jî bê û ew li bendê ne ku herkes biçe serdana herêmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın