Osman Bilgin
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Li Diyarbekirê otomobîl û minibês li hev qelibîn, 3 kes birîndar bûn.
Li Xaçerêya Urfayê ya li navçeya navend a Kayapinarê otomobîla bi plakaya 21 AAN 881 û minibêsa bi plakaya 30 D 2038 ên navê ajokarên wan nehat hînbûn li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên tenduristiyê 3 kesên di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan.