Jiyan

Li Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê yê bitescîl dest pê kir

Li Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê ku li quntarê çiyayê Qerecdaxê bi avzêmê tê avdan û ji aliyê Saziya Patent û Marqeya Tirk va hatiye tescîlkirin, dest pê kir.

İbrahim Atmaca   | 22.09.2020
Li Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê yê bitescîl dest pê kir

Diyarbakir

Li Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê ku li quntarê çiyayê Qerecdaxê bi avzêmê tê avdan û ji aliyê Saziya Patent û Marqeya Tirk va hatiye tescîlkirin, dest pê kir.

Birinc bi ava ku ji berfa ser Qerecdaxê dihele û dikeve cewan tê avdan. Birinc di meha gulanê da piranî di nav eraziyên ku tê da kevir û kuçik hene da tê danîn.

Birincê Qerecdaxê li Diyarbekirê ser qadeke ku 13 hezar û 727 dekarî pêk tê, tê çandin. Eraziyên ku cihê wê rast be, makîne biric didrûn, lê li deverên berwar jî karker bi dasê didrûn.

Piraniya birincê Başûrê Rojhilatê ji zeviyên birinc ên quntarê Qerecdaxê tê. Karker bi şeveqa sibê ra diçin ber serê zeviyên birinc û didrûn. Paşê çeltikên birinc li ser zeviyên vala radixin ku hişk bibin.

Piştî ku çeltik hişk dibin, ji bo rakirina kalikê ser birinc dişînin fabirqeyan. Birincê Qerecdaxê bi reng, tehm û aromaya xwe va ji bo şêniyên herêmê jêneger e. Piştî ku di fabirqeyê da qalikê birinc tê hildan, êdî ji bo xwarinê amade dibe.

Li Çinara navçeya Diyarbekirê jî dirûna birincê Qerecdaxê dest pê kir.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu li Yarimkaşa gundê Çinarê tevî paleyan birinc dirût.

Walî Karaloglu qasekê bi paleyan ra bi dasê birinc dirût, paşê derbasî ser makîneya dirûnê jî bû û bi makîneyê jî birinc dirût.

Karaloglu daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, Diyarbekir navendeke hilberînê ye, bajêr bi taybetî di warê hilberîna çandinî da li ser axeke pir bi xêr û bereket e.

Karaloglu diyar kir "Herêma Qerecdaxê ji bo Diyarbekiriyan tenê volkaneke temirî nîne. Qada jiyanê ya bi hezaran çîçek û kêzikan e jî. Dergûşa şaristaniyan e. Em li ser qadeke ku tije kevir sekinîne, lê li vê qadê bi keda merivên jêhatî yên Diyarbekirê û bi xuha eniya wan di nav keviran da çandinî tê kirin. Him jî çandiniyeke pir taybet, birinc datînin." û got ku birincê Qerecdaxê di nav berên bitescîl ên bajêr da cih digre.

Karaloglu daxuyand ku di birincê Qerecdaxê da piştgiriya dewletê jî heye û wiha dewam kir:

"Serê donimê 66 lire piştgiriya mazot û gubreyê dide. Di heman demê da serê kîloyê jî 10 qurişî piştgiriyê dide. Her sal li herêmê danîna birinc jî zêdetir dibe. Di 2016an da 5 hezar û 500 ton birinc hat, par ev derket 7 hezar û 600 tonî. Înşeallah xêr û bereketa îsal wê zêdetir bibe. Divê em pêşî lê bigirin ku birincên din bi marqeya Qerecdaxê neyê firotin. Hilberîner dibêjin ku îsal bi xêr û bereket e. Ez hêvî dikim ku xêr û bereket zêdetir bibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın