Jiyan

Li Diyarbekirê Dêra Saint George ya 1800 salî tê nûkirin

Serokê Daîreya Îmar û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê Mehmet Karaaslan: "Di maweya peywira xwe da em dixwazin berhemên dîrokî restore bikin da ku bigihêjin nifşên nû"

Ahmet Kaplan   | 06.05.2021
Li Diyarbekirê Dêra Saint George ya 1800 salî tê nûkirin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê Dêra Saint George ya 1800 salî piştî nûkirinê dê dîsa deriyê xwe li ziyaretvanan veke.

Dêra Saint George ya ji sedsala 3yemîn a piştî mîladî maye ku li navçeya navendê Sûrê li Keleha Hundirîn a dîrokî ye û sala 2008an hat restorekirin, wekî galeriya hunerê tê bikaranîn. Bi demê ra pêwîstî çêbû ku dêr were nûkirin û lewma Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê xebat da destpêkirin.

Piştî temambûna pêvajoya îhaleyê, di çavdêriya sazî û lijneyên peywendîdar da qube, alava banî pê hatiye nixumandin, nûkirina derzan, ceyran û drenajên dêrê tên nûkirin.

Piştî kutabûna xebatan dêr dîsa dê dîsa deriyên xwe li ziyaretvanan veke.

Serokê Daîreya Îmar û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê Mehmet Karaaslan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, gava Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Diyarbekirê Munîr Karaloglu dest bi peywirê kir, daxwaza herî mezin a welatiyan a ji şaredariyê ew bû ku sûrên dîrokî bên restorekirin ku bigihêjin nifşên nû.

Karaaslan bal kişand ku wan ji bo xebata di vî warî da nexşerêyek derxist û di vê çarçoveyê da xebatên restorasyona sûrê didomin û her wiha wan di heman çarçoveyê da biryar da ku di dêra navborî da jî xebatekê bikin.

Karaaslan diyar kir ku dêr heyîneke çandî ye ku ji serdema Romayê gihîştiye roja îro û wiha got, "Me çêreya li ser baniyê dêrê rakir, rê li dilopkirinê girt. Me raxistin û tesîsata ceyranê nû kir. Me roniyên cebheyên wê çêkirin. Me xetên drenajê nû kirin."

Her wisa Karaaslan bal kişand ku ew dixwazin bi xebatên bi vî rengî va Diyarbekirê bikin bajarê turîzmê û wiha got, "Di maweya peywira xwe da em dixwazin berhemên dîrokî restore bikin da ku bigihêjin nifşên nû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.