Aydın Arik
31 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
Li Baglara navçeya navendî ya Diyarbekirê avahiyên terikandî tên hilweşandin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê li Taxa Muradiyeyê xebatên hilweşandinê li ser avahiyên terikandî yên ku demeke dirêj e nayên bikaranîn û ji bo jîngeh û tenduristiya giştî dibin metirsî, didomin.
Hat diyarkirin ku ev xebat li ser daxwaza niştecîhên herêmê hatiye destpêkirin.