Jiyan

Li Deşta Qosera Mêrdînê komkirina pembû dest pê kir

Şahin Seçen, Halil İbrahim Sincar  | 07.10.2021 - Rojanekırın : 13.10.2021
Li Deşta Qosera Mêrdînê komkirina pembû dest pê kir

Mardin

 Li Kiziltepeya (Qoser) navçeya Mêrdînê di nav zeviyên ku spî bûne da pembû tê komkirin.

Li Deşta Qoserê ser 30 hezar dekarî pembû hatiye danîn û komkirina pembû dest pê kir.

Pembûyên ku tên komkirin, ji fabirqeyên çirçirê yên ku li navçeyê hatine avakirin ra tên şandin. Pembû li fabirqeyan tên paqijkirin û safîkirin. Lîfên pembû ji tekstîlê ra, çîgîdê wê ji sanayiyê ra, kuspeya wê jî ji sektora heywandariyê ra wekî madeya xam tê şandin.

Cîgirê Midûrê Çandinî û Daristanê ya Navçeyê Vedat Buyukarslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li Qoserê li ser nêzî 30 hezar dekarî pembû hatiye danîn û wiha dewam kir, "Ji ber bi ava bîran tê avdan, tesîra hişkahiyê zêde li ser pembû çênebû. Em bawer nakin ku xêr û bereketa wê kêm bibe. Em ji serê dekarê ji 600 kîloyî zêdetir pembû hêvî dikin. Ji hin cotkarên me ra 750 kîlo jî tê."

Buyukarslan her wiha diyar kir ku serê kîloyê ew 66 lire piştgiriyê didin cotkaran.

Ji gundê Altintoprakê Kamuran Alî Tîmurogluyê cotkar jî got ku wan li ser 700 dekarî pembû danî û ew bi xêr û bereketê qaîl in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın