Jiyan

Li Çiyayên Eres qalindahiya berfê digihîje banê xaniyan

Li gundê Dîpsizê ya li 2 hezar û 500 mêtro bilindahiyê qalindahiya berfê hema bêje digihîje banê xaniyan

Haydar Şahin  | 22.02.2020 - Rojanekırın : 23.02.2020
Li Çiyayên Eres qalindahiya berfê digihîje banê xaniyan

Iğdır

Li Îdirê berfa carcaran tesîra xwe rayê dide û hin caran hetanî banê xaniyan bilind dibe ji bo welatiyên li bajêr dibe sedema tengasiyan, ekîbên rêyên gundan vedikin jî zihmeteke mezin dikişînin.

Li gundên li dorberê Çiyayên Eres zivistan bi zor û zihmetî derbas dibe.

Bi taybetî li gundê Dîpsizê ya li 2 hezar û 500 mêtro bilindahiyê qalindahiya berfê hema bêje digihîje banê xaniyan.

Welatiyên li gund dijîn di nav berfê da tunelan vedikin ku pê herin û werin, ji ber berfa giran hin caran ji gund qet deng dernakeve.

Berfa rêya gundan digre hem ji bo gundiyan hem jî ji bo ekîbên paqijkirina berfê dibe zihmetî.

Li Çiyayên Eres qalindahiya berfê digihîje banê xaniyan

- Mesaiya her dijwar a "pilingên berfê" li Dîpsizê tê dîtin

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ya Îdirê yên hewl didin li herêmê rêyên girtî vekin xebatên xwe yên herî zor li gundê Dîpsizê dikin.

Ji ber barîna berfê li Dîpsizê qalindahiya berfê bi mêtroyan bilind dibe, xebatên ji bo vekirina rê bi qasî hefteyekê dikişînin.

Hasan Guneşê ji operatorên Îdareya Taybet a Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê zivistan bi zor û zihmetî derbas dibe.

Guneş got xêncî berfê bager jî wan gelekî di zorê da dihêle û wiha pê da çû: "Em li vê herêmê di şert û mercên dijwar da dixebitin. Bilindahiya vê derê 2 hezar û 500 mêtro heye, ev gundê me yê herî bilind e. Nika 3 ekîbên me dixebitin, di destê her ekîba me da krider, kepçe û makîneya berfê diavêje hene."

Guneş destnîşan kir ku di xebatên li rêya gundê Dîpsizê da gelek tengasî derdikevin û wiha pê da çû: "Li Dîpsizê bi mêtroyan berf dibare, ba û bager radibe. Rê li ber me teng dike lêbelê em bi şev û bi roj dixebitin alîkariyê didin welatiyan. Piştî Dîpsizê 10 gundên din jî hene û ew jî li ser vê rêyê ne. Xetereya aşîtê jî heye lêbelê em xebatên xwe didomînin."

Alî Şîmşekê operatorê rotatîfa berfê jî got xebatên wan çend rojan li ber xwe didin û wiha axivî: "Dema dibêjin Dîpsiz berfa herî zêde tê bîra me. Vekirina rêya Dîpsizê mêraniyê dixwaze. Hinekî berf bibare jî rê tê girtin. Dema berf zêde bibare jî bi tesîra bagerê berf digihîje mêtroyan qalindiyê. Her çiqasî vekirina rê zor be jî em xebatên xwe didomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.