Jiyan

Li Çiyayê Agiriyê perwerdehiya paraşûtê dibînin

Li quntarên Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 metre bilinde û wek lutkeya Tirkiyeyê tê hesibandin perwerdehiya paraşûta berpalê tê kirin

Abdullah Tel   | 09.10.2019
Li Çiyayê Agiriyê perwerdehiya paraşûtê dibînin

Iğdır

Li quntarên Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 metre bilinde û wek lutkeya Tirkiyeyê tê hesibandin perwerdehiya paraşûta berpalê tê kirin.

Çiyayê Agiriyê yê li ser sînorê Tirkiyeyê yê bi Îran, Ermenistan û Nahçivanê cih digire ji ber bilindahiya xwe zîrweya Tirkiyeyê û ji bo gelek sporên sirûştî jî wek navende.

Bi saya bernameya ji hêla Zanîngeha Îdirê hat amadekirin va li quntara Çiyayê Agiriyê endamên Saziya Hewayî ya Tirk (THK) ji bo hînkirina paraşûta berpalê, paraşûta girê, paraşûta gelî ya bi motor û bêmotor perwerdehî tê dayîn.

Di bernameyê da perwerdekarên xwedî tecrube ji bo bikaranîna paraşûtê ciwanan dielimînin û ji aliyekî va jî cih û deverên li herêmê ku ji bo sporên sirûştî bi kêr tên qeyd dikin.

- "Armanca sereke ewe ku ciwanan ji xerabiyan dûr bigirin"

Rektorê Zanîngeha Îdirê Prof. Dr. Mehmet Hakki Alma daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku armanca wan ewe li quntarên Çiyayê Agiriyê spora paraşûta berpalê bidin kirin û wiha pê da çû: "Em dixwazin hemû gelê Îdirê ji vê perwerdehiyê îstifade bike. Armanca me ya sereke jî ewe ku ciwanan ji xerabiyan dûr bigirin.

- "Herêm ji bo paraşûta berpalê cihekî başe"

Perwerdekarê THKê Alî Zaîmoglu diyar kir ku li gelek deverên Tirkiyeyê ew perwerdehiya paraşûta berpalê didin û wiha domand: "Herêm bi rastî jî ji bo vê sporê rewa ye. Ev çend roj e em ji vê derê difirin. Ji serê giran em difirin û em dibêjin gelo em niha ji serê kîjanî bifirin lewra hemû ji hev çêtir in."

Ji perwerdekaran Yusuf Dogu Bozdag jî ragihand ku herêm ji bo kirina vê sporê cihekî gelek baş û bi ewle ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın