Jiyan

Li Cibiltepeyê qelebaliya tetîla nîvê salê turîzmkar kêfxweş kirin

Cüneyt Çelik   | 25.01.2022
Li Cibiltepeyê qelebaliya tetîla nîvê salê turîzmkar kêfxweş kirin

Kars

Li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ya li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku strêka geş a turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye, rêjeya tijîbûnê di tetîla nîvê salê da derket ji sedî 90î.

Navenda kaşûnê ya ku 54 kîlometre dûrî navenda parêzgehê, 2 kîlometre jî dûrî navenda navçeyê ye, 8 otêl hene ku kapasîteya wan 2 hezar û 900 nivîn e û 3 jê jî 5 stêrk in. Ji xeynî otêlan dîsa gelek apart jî hene.

Ziyaretvanên ku di tetîla xwe ya nîvê salê da berê xwe dan vê navendê ji xwe ra têr kaşûn û snowboard kirin.

Navenda ku bi daristanên darçamê, berfa krîstal, pîstên dirêj û 2 hezar û 634 raqimê va navdar e bi pîstên xwe yên kaşûnê yên curbecur va û berfa stûriya wê digihêje 2 metreyan va balê dikşîne ser xwe. Mêvanên xwemalî û biyanî yên hatin navendê, kêliyên xweş ên ku dê qet ji bîr nekin, derbas dikin.

Navenda ku bi 5 telesiyej û 10 pîstên slalomê xizmetê dide, di tetîla nîvê salê da derket ji sedî 90î.

Serokê Komeleya Otêlên Kaşûnê yên Sariqamîşê Halit Taş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi berfa ku van dawiyan li Sariqamîşê barî va stûriya berfa li navenda kaşûnê derket asteke çêtir.

Taş bal kişand ku wekî turîzmkar kêfa wan ji vê ra hat û wiha dewam kir, "Bi rastî jî berfeke baş barî. Ev yek hem xwesteka me û hem jî ya mêvanên me bû. Qelebalixiya navenda me ya kaşûnê pir baş e, wekî turîzmkar em ji ber vê kêfxweş in."

Midûrê giştî yê otêla li navenda kaşûnê Kemal Sonmez jî diyar kir ku li navenda kaşûnê ya li Sariqamîşê, qelebalixiya somestrê heye û wiha dewam kir, "Rêjeya tijîbûna tesîs û otêlên li deverê pir baş e. Piştî somestrê jî ev yek dê bidome. Lewra îsal telebeke pir zêde heye. Tesîsên me yên mekanîk, pîsta me ya kaşûnê pir baş in. Berfê jî rind e û têrê dike. Kaşûna di nav daristanên darçamê zer da pir cuda ye, lewma yên ku tên vir êdî naçin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın