Li Bîngolê hişkayî bandoreke neyînî li çavkaniyên avê dike
Bingöl
Bi guherîna demsalan ya kurewî û kêmasiya baranê li Bîngolê û hawirdorê wê hişkayî ji xeynî çavkaniyên avê bandoreke neyînî li çandinî û heywandariyê dike.
Li gor tesbîtan li herêmê çavkaniyên avê ziwa dibin û ava di gol û çeman da kêm dibe.
Li gor tesbîtan ava çemê Masalaya li navçeya Solhanê û ava çemên Perî û Goynukê yên li Bîngolê ku dikişin ser Bendava Kebanê ji sedî 60 kêm bûye.
Di dîmenên ku bi droneyê ji Bendava Ozluceyê ya li navçeya Kîgiyê hatiye kişandin da jî eşkere dibe ku ava bendavê zehf kêm bûye.