Li Kanîreşa (Karliova) navçeya Bîngolê ciwanên ku siwariya hespan didomînin hespên xwe ji bo bezandinê amade dikin.
Li Kanîreşa ku 70 kîlometre dûrî navenda bajêr e û li devereke hezar û 940 bilind e, çanda xwedîkirin û siwariya hespan hê jî didome.
Li navçeyê her sal pêşbaziya bezandina hespan tê lidarxistin û kesên ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat tên hespên xwe dibezînin.
Ciwanên li herêmê jî ku siwariya didomînin hespên xwe ji bo bezandinê amade dikin.
Serhat Kalayê 21 salî yê ji gundê Sakaorenê ku 2 sal e di pêşbaziyê da dibe yekem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her sal vê heyamê hespên xwe ji bo bezandinê amade dikin.
Mehmet Altun (27) jî destnîşan kir ji 12 saliya xwe vir va siwariya hespan dike û got ku ev edet ji bav û kalan maye û em jî dixwazin bidomînin.