Önder Beyter
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 03 Sibat 2020
Li Genca navçeya Bîngolê bi ser zarokên ku bi xizekê xiştan dikirin da berf hat xwarê. Kêliyên tepbûna berfê bi kameraya têlefona mobîl hat kişandin.
Li goma Şabanê ya gundê Keklîkdereya li ser navçeyê, bi ser zarokên ku bi telîs xiştan dikirin da berf hat xwarê.
Di bûyerê da zarok di bin berfê da man lêbelê tiştek bi tu kesî nehat.
Tirs û xofa zarokên ziravqetî di kameraya têlefona mobîl da reng veda.
Mixtarê gund Cevdet Tartar di daxuyaniya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku zarok timî li wê herêmê xwe dişiqitînin. Tartar bal kişand ku tiştek bi kesî nehat ku ev yek ciyê kêfxweşiyê ye.
Li Bîngolê berfa ku tep bû zarok ziravqetî kirin
Tartar wiha dewam kir, "Di wê kêliyê da me ligel ekîbên paqijkirina berfê rêya gomê vedikir. Zarokan bi kêf û eşq xiştan dikirin. Di carekê da şepe bi ser zarokan da hat û zarok bi ferqeke piçûk jê filitîn. Zarokan dema kaşûn dikir, hevalekî wan jî ew dikişand. Wate bi tesadufî gava şepe hatiye, bi têlefonê kişandine. Şikir pozê kesî jî xwîn nebû."