Li Boluyê di daristana di bin berfê da gakûviya sor ket ber kamerayê

 Li cihên bilind ên Boluyê yên ku berf lê barî, di nav daristanê da gakûviya sor ket ber kameraya têlefona mobîl.

Sefa Eskiogluyê siruşthez dema di nav daristanê da derket ger û geştê, rastî gakûviyekî hat û bi têlefona xwe dîmena gakûviyê kişand.

Di dîmenan da dixuyê ku gakûviya sor di nav daristanê da diçe û dike orînî û her wiha guhê xwe dide derdora xwe.

Peywirdarên Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî diyar kirin ku gakûviyên sor nexasim di serdema cotbûnê da bi orîniyê va desthelata xwe ya deverê destnîşan dikin.