Jiyan

Li bihûşta veşartî "Geliyê Gemîciyê" bihar

Li Tunceliyê bihûşta veşartî "Geliyê Gemîciyê" biharê rûyê xwe yê rengîn nîşan da

Sidar Can Eren   | 04.05.2021
Li bihûşta veşartî "Geliyê Gemîciyê" bihar

Tunceli

 Geliyê Gemîciyê yê li Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî, çandî û xwezayî va balê dikşîne.

Bajarê Tunceliyê di navbera çiyayên Munzur, Hel, Mar û Sulbusê da wek bihûşteke veşartî ye û dema bihar tê bêtir xweş û bedew dibe.

Li navçeya Çemîşgezekê biharê Geliyê Gemîciyê bi kulîlkan dixemile û her der hêşîn dibe.

Gelî 15 kîlomêtro dûrî gundê Alçiliyê û di navbera Çiyayê Kirklarê da ye, gelek heywan û çivîk lê dijîn, bi dehan cure dar û nebat jî lê hene.

Ji ber vê xwezaya xwe kesên xwezahez û wêneyan dikşînin tên li gelî behna xwe didin.

- "Em dixwazin rûyê vê erdnîgariya xwe bidin nasîn"

Wênekêş Malîk Kaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Tuncelî ji hêla xwezayê va wek bihûşteke veşartî ye, ji bo werzişê, kampê û wênekêşiyê cihekî pir xweş e.

Kaya got ew bi wêneyên li vê derê dikşîne va hewl dide herêmê li dinyayê û welêt bide nasandin.

Kaya anî ziman Çemîşgezek ji hêla dîrok û xwezayê va cihekî balkêş e û wiha axivî: "Em dixwazin haya çar aliyê dinyayê ji xweşiyên siruşta me çêbibe û armanca me ev e. Em dixwazin derên çandî û dîrokî yên li bajêr werin parastin û kêmsayên wan bên temamkirin. Bi tenê ne Dêra Miyadînê gelek ciyên me yên dîrokî hene ku divê teqez bên restorekirin. Em dixwazin ew deverên xweş bila têkevin xizmeta turîzmê."

- "Em rastî xweşiyên ku ji yên Ege û Behra Spî kêmtir nînin hatin"

Malîk Kaya got ku wan piştî meşeke dûr û dirêj xwe gihandin Kendalê Gemîciyê û wiha domand: "Li vê derê ji bilî dêrê dîmenên xweş ên ku em wêneyên wan dikişînin hene. Bi rastî jî me dîmenên gelekî xweş kişandin. Dema ji dûr û devereke bilin meriv li gelî mêze dike xweşiyên ji yên Ege û Behra Spî kêmtir nînin dibîne."

Ji şêniyên gundê Alçiliyê Fatîh Karatepe jî got ku Geliyê Gemîciyê bi hatina biharê şîn bû û wiha domand: "Gelî tevlî xweşiyên xwe yên dîrokî ji hêla siruştî va jî balê dikişîne. Li vê derê ji ber ku berê gundek hebûye darên her fêkiyan jî hene. Carna ji bo ku behna min derbikeve ez derdikevim devereke bilind a gelî û li Gola Bendava Kebanê û xweşiyên gelî mêze dikim û behna min derdikeve."

Karatepe destnîşan kir ku gelî her demsalê bi rengekî cihê xweşiyan li ser xwe dihewîne û bala siruşthez û wênekêşan dikişîne û wiha pê da çû: "Ji ber Gola Bendava Kebanê ev der di bin avê da mabû û hatibû jibîrkirin lê piştî av vekişiya dêr û malên li vê derê derketin holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın