Jiyan

Li Bidlîsê mehkûmê berê bi piştgiriya dewletê dest bi heywandariyê kir

Ahmet Okur  | 22.04.2021 - Rojanekırın : 25.04.2021
Li Bidlîsê mehkûmê berê bi piştgiriya dewletê dest bi heywandariyê kir

Bitlis

 Mehkûmê berê Mecît Taşê 49 salî ku li gundê Sakaya li ser Xelata navçeya Bidlîsê dijî bi piştgiriya dewletê dest bi heywandariyê kir.

Taş ji projeya Wezareta Edaletê ya ji bo ku mehkûmên berê piştî texliyeyê bikarin bikevin nav civakê û bibin xwedî pîşe tê birêvabirin sûd wergirt û bi piştgiriya ku Midûriya Saziya Kar û Xebatê ya Bidlîsê da çêwliga dewaran vekir.

Taş bi referansa Midûriya Serbestiya Bikontrol sertîfîkaya xwe ya muteşebîsiyê hilda û di çarçoveya Projeya Avakirina Karê Xwe ya Astengdar û Mehkûmên Berê" da 4 çêlek kirîn.

Taş got "Di nav du salan da çêlekên min zan û bûne 7 heb. Ez berî ku bikevim girtîgehê jî min li gundê xwe heywan xwedî dikirin. Ez bi vê piştgiriyê debara malbata xwe dikim. Ez pêşniyaz dikim ku hemû mehkûmên berê yên dixwazin destpêkeke nû bikin bila ji piştgiriya hîbeyê ya dewleta me sûd wergirin."

Serdozgerê Komarê Alî Îhsan Akdogan, Dozgerê Komarê Alî Can Yabul, Midûrê Serbestiya Bikontrol Soydan Çetînkaya, Midûrê Saziya Kar û Xebatê ya Bidlîsê Mucahît Gulmez Taşê mehkûmê berê ziyaret kir û proje kontrol kirin.

Akdogan diyar kir girîng e ku mehkûmên berê bibin xwedî pîşe û bên îstixdamkirin.

Akdogan da zanîn ku di civîna lijeya parastinê ya ku di meha adarê kirin da sertîfîka dan 12 mehkûmên berê yên ku beşdarî kursa xwedîkirina heywanan bûn û got ku projeyên bi vî awayî dê di heyama pêş me da zêde bibin.

Gulmez jî diyar kir ku 44 hezar û 100 lire piştgirî dan Mecît Taş û got ku "Bi vê piştgiriyê 4 çêlek kirîbûn. Niha bûne 7 heb. Vê yekê em kêfxweş kirin. Wek sazî dê piştgiriyên me yên bi vî awayî dewam bikin. Ez spasiya her kesê ku di vê projeyê da keda wan heye dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın