Jiyan

Li Bidlîsê ji bo ajalên kovî qût û giha danîn pêşa Çiyayê Sîpan

Li Elcewaza navçeya Bidlîsê ji bo ajalên kovî ku piştî barîna berfê di peydakirina xwarinê da zehmetiyê dikişînin, qût û giha danîn pêşa Çiyayê Sîpan.

Önder Beyter   | 24.01.2021
Li Bidlîsê ji bo ajalên kovî qût û giha danîn pêşa Çiyayê Sîpan

Bitlis

 Li Elcewaza navçeya Bidlîsê ji bo ajalên kovî ku piştî barîna berfê di peydakirina xwarinê da zehmetiyê dikişînin, qût û giha danîn pêşa Çiyayê Sîpan.

Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê ji bo ajalên kovî ku di sir û sermayê da nikarin xwarinê peyda bikin, xebat da destpêkirin.

Nûnerê komeleyê li Bidlîsê Orhan Emen diyar kir, wan qût û gihayê ku ji endamên komeleyê û xêrxwazan bîter kir ji bo ajalên kovî danî pêşa Çiyayê Sîpan.

Emen bal kişand ku van dawiyan barîna berfê û her wiha sir û seqem li herêmê tesîra xwe nîşan dide û wiha dewam kir, "Li bajarokê Aydinlarê yê navçeya me ya Elcewazê em li gel gelê xwe qût û giha datînin pêşa Çiyayê Sîpan. Van çend rojên derbasbûyî zêde berf barî. Lewma jî ajalên kovî nikarin xwarinê bîter bikin. Me qût û giha danî çolê da ku ajalên çolê telef nebin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın