Jiyan

Li Bendava Kebanê masîgir zivistanê bi zehmetî karê xwe dikin

Li Çemîşgezek û Perteka navçeyên Tunceliyê masîgir ji bo ku debara xwe bikin di nav şert û mercên zehmet da dixebitin

Türkan Tosun,Abdullah Tel   | 16.02.2021
Li Bendava Kebanê masîgir zivistanê bi zehmetî karê xwe dikin Sidar Can Eren - AA

Tunceli

 Li Çemîşgezek û Perteka navçeyên Tunceliyê yên ku nêzîkî peravên Gola Bendavê ya Kebanê ne masîgir ji bo ku debara xwe bikin di nav şert û mercên zehmet da dixebitin.

Li Gola Bendava Kebanê masîgir zivistanê bizehmetî karê xwe dikin

Li Çemîşgezek û Perteka navçeyên Tunceliyê yên ku nêzîkî peravên Gola Bendavê ya Kebanê ne masîgir ji bo ku debara xwe bikin di nav şert û mercên zehmet da dixebitin. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )

Li Tunceliya ku ji hêla xweza, dîrok û çandê va dewlemend e, welatî ji bo debara xwe çandinî û heywandariyê dikin.

Li navçeyên Ovacik, Pulumur, Hozat, Nazimiye û Mazgirtê pez, bizin û dewar tê xwedîkirin, li navçeyên Çemîşgezek û Pertekê jî ji ber ku nêzîkî Gola Bendavê ya Kebanê ye masîgirî berbelav e.

Li gundê Kiraçlarê ya ku 130 nifûs lê dijîn a li ser navçeya Çemîşgezekê gundî bi qayikan va diçin masiyan digirin û bi firotina wan va debara xwe dikin.

- Zivistanê xebat zehmet e

Zivistanê girtina masiyan zehmettir e, gundî an tena serê xwe an jî du kes bi hev ra diçin torên xwe davêjin golê ku masiyan bigirin.

Piştî çend saetan an jî roja din masîgir diçin torê xwe ji avê dikşînin û masiyên ku girtine difroşin xwaringehan an jî kesên ji dervayî bajêr tên masiyan komî dikirin.

Hin kesên wênegirtinê hez dikin jî carna li qayik û keştiyên masîgiran siwar dibin digerin ku wêneyên qaqlibazan, çivîk û golê bikşînin.

- Gola Bendavê ya Kebanê bû deriyê aboriyê

Masîgir Yilmaz Ekîcî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî ku eskeriya wî qediyaye ew li gundê Kiraçlarê bi cih bûye.

Ekîcî got wî demekê heywanan xwedî kiriye lê ji ber zehmetiya aboriyê ew mecbur maye ku masîgiriyê bike.

Ekîcî desnîşan kir ku Gola Bendava Kebanê ji bo wan bû deriyê debarê û wiha pê da çû: "

"Ez serê sibehê di saet 09.00an da ji malê derdikevim û ber bi êvarê di saet 17.00an da vedigerim. Dema rewşa hewayê zû diguhere wê demê ji bo me jî talûke zêde dibin, him di girtina masiyan da em zehmetiyê dikişînin û him jî car caran talûkeya ku wê lotkeyên me bin av bibin, diqewimin. Ez bi tena serê xwe dixebitim lewra dema em du kes biçin dahata ji masiyan têrî me nake. Lê dema bi tena serê xwe bim jî talûke zêdetir in. Di golê da cureyên masiyan hene. Ew masiyên ku ez digirim jî didim mitehîtekî lewra min û wî li hev kiriye û ew bi wesayîta xwe tê û masiyên xwe dibe."

- "Jiyana li gundan gelek xweş e lewra hêrs û stres tuneye"

Volkan Bulut jî got ku ew ji Zanîngeha Firatê mezûn bû ji ber kar nedît jî jiyana xwe li gund didomîne û wiha pê da çû: "Ev nêzî 9 salan e ku ez masîgiriyê dikim. Dema girtina masiyan qedexeye jî em karên xwe yên rojane yên li gund dikin. Di rojên havînê da em bişev di saet 03.00an da radibin û di mehên zivistanê da jî saet di 07.00an da radibin taştê dikin û diçin golê."

Bulut destnîşan kir ku bihayê firotina masiyan îsal li gor salên borî çêtir e û wiha domand: "Masîgirî karekî zor û zehmet e, lewra niha li her derê berf heye. Ji gundê me jî Çiyayên Mûnzûrê tên dîtin. Dema berf li erdê ye û roj diçe ava dîmenên gelek xweş derdikevin meydanê. Jiyana li gund gelek xweş e û gelek bi kêrî mirov tê lewra hêrs û stres tuneye. Di nav golê da li ser lotkeyê meriv bi tena serê xwe ye. Kes eleqê bi meriv nake. Jiyan li gund gelek xweş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın