Jiyan

Li Başakşehîrê di qezaya ku gelek wesayîtli hev qelibîn da 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

Veysel Ensar Gökcegözog  | 06.12.2025 - Rojanekırın : 07.12.2025
Li Başakşehîrê di qezaya ku gelek wesayîtli hev qelibîn da 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn Veysel Ensar Gökcegözog

Istanbul

 Li Başakşehîrê di qezaya trafîkê ya gelek wesayîtan da 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn.

Mîksera betonê ya bi plakaya 34 KCA 280 a li ber bi îstiqameta Rêya Mahmutbeyê Taxa Başakê ya Sultangaziyê va diçû pêşî li kamyonet û wesayîta bazirganiyê ya sivik a ku hê plakaypn wan nehatiye hînbûn xist paşê derbasî aliyên din ê rê bû li wesayîta bazirganî ya sivik a bi plakaya 06 BUS 093 xist.

Mîksera betonê paşê li kamyoneta ku ji rêya din dihat xist û rawestiya.

Li ser îxbarê ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.

Di kontrola ekîbên tenduristiyê da hat tesbîtkirin ku Yalçin Tinaz (46) û Emel Tinaz (40) li cihê bûyerê mirine.

Yasîn Bayraktar (25), Gamze Bayraktar (26) Hasan Kiliç (60), Turan Arslan (55) û Semîh Kaplan (35) ên ku di qezayê da birîndar bûn piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyên hawirdor.

Piştî ku wesayîtên tevî qezayê bûne hatin rakirin trafîka li herêmê normal bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.