Jiyan

Li Başûrê Rojhilatê kelekela germa havînê

Müslüm Etgü, Feride Pelin İnal, Orhan Pehlül, Cebrail Caymaz   | 13.07.2021
Li Başûrê Rojhilatê kelekela germa havînê

Şanlıurfa

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê da hev, pileyên bilind ên germahiyê li parêzgehên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xwe bêtir nîşan didin.

Germahiya ku pileyên wê roj bi roj hevraz dibe, li Entabê tesîrê li jiyana rojane dike. Li Entabê germahiya hewayê 40 pile hat pîvan.

Li bajêr yên ku ji germê aciz bûn, revîn parqan. Heywanên ku ji germê tengezar bûn jî revîn ber sîberên li parqan.

- Riha 42 pile ye

Li Rihayê ku yek ji bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye, germahî 3 an jî 5 pile di ser asta demsalê da ye.

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku zêdebûna germahiya hewayê xwe rind nîşan dide, li Rihayê termometreyan nîvro 42 pile nîşan da.

Rihayî danê nîvro bi piranî di hundir da dimînin da ku tîrêjên tavê li wan nexin.

Yên dertên derva jî li parqan û li Binkeya Gola Masiyan dikevin bin sîberan.

- Kilîs

Li Kilîsê jî însan ji ber germahiya ku ji 39 pileyan derbas bû, direvin ciyên sih, parq û hewzan.

Tê texmînkirin, li bajêr di rojên pêş me da germahiya hewayê dê di ser asta demsalê da be.

Baran Çakmak diyar kir ku ew ji germê aciz bûye û ji bo ku hênik bibe, ew ji xwe ra dikeve hewz.

- Adiyeman

Li Adiyemana ku germahî 39 pile hat pîvan jî însan ji bo ku hênik bibin diçin ciyên sih û kêleka av û çeman.

Hinek kes jî ji bo ku xwe hênik bikin diçin hewzan.

Pispor, welatiyan di wî warî da hişyar dikin ku nexasim kalemêr û pîrejin di dema ku tîrêjên tavê ji jor va tên, bira dernekevin derva û xwe nedin ber tavê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın