Jiyan

Li Bîngolê şaredarî cembelîkên banê xaniyan tîne xwarê

Bülent Temiz   | 15.01.2022
Li Bîngolê şaredarî cembelîkên banê xaniyan tîne xwarê

Bingöl

 Li Qarlîovaya navçeya Bîngolê ekîbên agirkujiyê cembelîkên banê xaniyan dişkênin û tînên xwarê da ku zirarê nedin gel.

Şaredariya Qalîovayê ji bo berfa li ser xaniyan û cembelîk seba welatiyan nebin xetere dest bi xebatan kir.

Ekîbên şaredariyê berfa li ser xaniyên yekqatî bi kepçeyan, cembelîkên li banê xaniyên bilind jî bi wesayîtên agirkujiyê dadixin xwarê. Sertîf Dînlerê welatî got ji xebatên şaredariyê memnûn in û wiha axivî: "Sax bin, ekîb tên alîkariya me. Ekîb berfa li kuçe û kolanan jî bi kamyonan dikişînin dervayî bajêr, cembelîkan tînin xwarê. Xwedê ji wan razî be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın