Ahmet Dengeşik
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Li Bîngolê tanker û wesayîtek li hev qelibîn, di qezayê da 2 kes birîndar bûn.
Tankera ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 72 ACM 730 e li ser rêya Bîngol-Mûşê li Taxa Sariçîçekê li wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 12 ACC 099 e qelibî.
Di qezayê da 2 kes birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.