Li Solxana navçeya Bîngolê, Tahsin Ceylanê çêkerê belgefîlmên binê avê û derhênerê dîtbarî xwe noqî Gola Qulingan a giravên gerok lê ne kir û gol ji binê avê va kişand.
Golên gerok ên di Gola Qulingan da ya li mezreya Aksakalê ya gundê Hazarşahê, ji nirxên herî giring ên turîzma deverê ye.
Tahsin Ceylanê çêkerê belgefîlmên binê avê û derhênerê dîtbarî xwe noqî golê kir ku ji hêla Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî wekî "Abîdeya Siruştî ya Golên Gerok" di bin parastinê da ye.
Ceylanê ku xwe berda binê avê, dîmena giravên gerok ji binê avê va û her wiha teşeya qamûşan û masiyên golê kişandin.
Cahit Çelikê Waliyê Bîngolê û Îlamî Çakmakê Midûrê AFADê yê Parêzgeha Diyarbekirê jî tevî ekîba xozneber xwe noqî avê kirin û tevlî xebatê bûn.
Di qeyda binê avê da awayê xwezayî yê cihguhertina giravên gerok hat kişandin.
Tahsin Ceylan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku giravên gerok ên li Bîngolê gelekî bi kêrî turîzmê tên.
Ceylan bal kişand ku wan di noqîna xwe ya li Gola Qulingan da jiyana binê golê û pêkhatina giravên gerok vekolîn kir û wiha dewam kir, "Me cihê herî kûr ê golê wekî 5,4 û 5,9 metre di kompûterê da qeyd kir. Girav di nava sedan salan da ji qamûşên mirî û bi hev va mehîna rîşeyên nebatan va çêbûne û qismê wan ê di bin avê da jî 2 metre ye. Ji ber ku şiyana ajnekirina qamûşan zêde ye, girav jî ajneyê dikin. Der heqê ajnekirina giravan da kehaneteke din neket ber çavdêriya me."