Cihan Okur, Hülya Turan
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Li Merzîfona navçeya Amasyayê otobêsa rêwiyan welgeriya û 46 kesên tê da birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a du qatî ku ji Stenbolê diçû Orduyê, E.V. diajot û plaqeya wê 34 DT 5602 e, li texma Sarikoyê welgeriya.
Li ser êxbarê polês, ambulans û îtfaiye sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da 46 kesên di otobêsê da birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Merzîfon, Amasya, Suluova, Havza û Gumuşhacikoyê.
Waliyê Amasyayê Onder Bakan daxuyanî da û diyar kir ku di otobêsa rêwiyan da 75 rêwî, 5 muretebat hebûn.
Walî Bakan destnîşan kir ku di qezayê da mirî tuneye, lê ji 46 welatiyên ku birîndar bûn, rewşa du birîndaran giran e.