Li Agiriyê têjikên leglegan beriya koç bikin baskên xwe li hev dixin û bi firê dikevin
Ağrı
Li Agiriyê têjikên leglegên ku hêlîna xwe li gundan li ser dîrekên ceyranê yên kevin û li ser daran çêdikin, beriya koç bikin baskên xwe li hev dixin û bi firê dikevin.
Biharê gelek legleg tên gundên li Agiriyê ku bi tebîet û çem û çavkaniyên xwe dewlemend in.
Têjikên leglegên ku ji hêkê derketibûn û êdî gir bûne an rûştibûn û beriya koç bikin baskên xwe li hev dixin û bi firê dikevin.
Ahmet Yildirimê li gundê Tukenmeza navçeya Hamurê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku legleg 25 sal in li ser dara li miqabilî mala min hêlîna xwe çêdikin.
Yildirim destnîşan kir her sal beriya legleg werin derdikevin ser darê û berfa li ser hêlîna leglegan paqij dikin wiha axivî, "Berê gava legleg dihatin hêlîna wan tunebû. Me jî selikek danî ser darê û ji wan ra hêlîn çêkir. Legleg her sal tên gund û li vir tevî têjikan 5 legleg hene. Legleg bi beqên ku digirin û tiştên curbecur têjikên xwe mezin dikin. Em ji leglegan hez dikin. Têjikên leglegê baskên xwe li hev dixin û bi firê dikevin. Di meha Adarê da legleg tên û bi barîna berfê ra jî koç dikin."
Ji gundiyan Kutbettîn Acar jî diyar kir wênekêş û tebîethez tên gund û wêneyên leglegan dikişînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.