Abdullah Söylemez
16 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2024
Li Agiriyê kûçikê cemeda rûyê Çemê Muradê di bin da şikestû asê ma, ji hêla ekîbên îtfaiyeyê hat xilaskirin.
Welatiyan xeber da Navenda Gaziyê ya 112 Bilez ku kûçikek dema di ser çemê rûqerimî ra derbas bû, cemed di bin da şikest û asê ma.
Ekîbên îtfaiyeyê yên sewqî herêmê kirin, ji bo xilaskirina heywanê, xebat dan destpêkirin.
Îtfaiyevanên bi halet derketin ser cemedê û kûçik xilas kirin.
Îtfaiyevanan kûçik spart ekîbên beytar ên şaredariyê.