Jiyan

Li Agiriyê hespên li çil û çiyan diçêrin dîmenên xweşik derdixin holê

Haydar Şahin  | 20.11.2020 - Rojanekırın : 27.11.2020
Li Agiriyê hespên li çil û çiyan diçêrin dîmenên xweşik derdixin holê

Afghanistan

 Li Agiriyê hespên cotkar havînê lê siwar dibin bi hatina payîzê ra li tebîetê dîmenên xweşik derdixin holê.

Li bajarê zivistana wê giran derbas dibe hespên 6 mehan di tewleyan da tên xweyîkirin bi hatina biharê û reşbûna erdê ra berî çolê didin. Bi hatina havînê va jî dema hewcedarî çêbe cotkar ji bo li wan siwar bibin hespên êlxî dîsa digrin û tînin. Dema dibe payîz jî hespên êlxî li nêzî gund tên çêrandin.

Li herêma çêreya wê zêde ye û av jê dikişe tebîet gelekî rengîn dibe, hesp hetanî êvarê li çil û çiyan diçêrin êvarê jî tên dikevin tewleyan. Hesp û tebîet bi hev ra dîmenên xweşik derdixin holê.

Li tebîeta rengîn hin caran hesp bi cehniyên xwe ra dilîzin û zivistanê jî di tewleyan da tên xweyîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın