Jiyan

Li Agiriyê germahiya hewayê di bin sifirê da 23 pile hat pîvan

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm di bin sifirê da 23 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.

Türkan Tosun  | 23.02.2021 - Rojanekırın : 24.02.2021
Li Agiriyê germahiya hewayê di bin sifirê da 23 pile hat pîvan

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm di bin sifirê da 23 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê li Erdexan, Qers û bakurê Erziromê perçe ewrayî û li cihên din jî kêm ewrayî be.

Li herêma ku germahî wê li gor demsalê be, ba jî wê ji hêla bakur va nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 23, li Erziromê 16, li Qersê 12, li Erdexanê 8, li Erzinganê 7 û li Îdirê jî 3 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzinganê 10, li Erzirom, Qers û Agiriyê pileyek, li Erdexanê jî di bin sifirê da 2 pile be.

Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 122, li Sariqamîşê 86 û li Konakliyê jî 45 santîmetre hat pîvan.

Ji ber ku li temamiya herêmê hişkî û cemedê çêbibe, ji şofêr, welatî û rayedaran hat xwestin ku ew baldar û bi tevdîr bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın