Jiyan

Li Agiriyê tîma agirkujiyê kesê dixwest seyê xwe xilas bike û asê mabû, xilas kir

Abdullah Söylemez   | 26.11.2021
Li Agiriyê tîma agirkujiyê kesê dixwest seyê xwe xilas bike û asê mabû, xilas kir

Ağrı

Li Bazîda navçeya Agiriyê kesekî dixwest kûçikê xwe yê ku di nav zinaran da asê mabû xilas bike jî asê ma û ekîba agirkujiyê ew xilas kir.

Erkan Killiaslanê li taxa Koçkiranê rûdinê ji bo kûçikê xwe yê winda bibîne dest bi lêgerînê kir.

Killiaslan heta gundê Akbudakê meşiya li der û dorê mêze kir û dît ku seyê wî li herêma çiyayî di nav zinaran da asê maye û hewl da xilas bike.

Lê ji ber barîna berfê zinar şemetokî bûn û ew jî di nav zinaran da asê ma û li ser vê têlefonî tîma agirkujiyê kir ku bila werin alîkariya wî bikin.

Tîma agirkujiyê zilam û kûçikê wî ji devera lê asê bûbûn, xilas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın