Jiyan

Li Agiriyê germahiya hewayê daket 33 pileyên binê sifirê

İlhami Erkılıç   | 18.01.2022
Li Agiriyê germahiya hewayê daket 33 pileyên binê sifirê

Erzurum

 Li herêma rojhilatê bi şev hewaya herî sar bi 33 pileyên binê sifirê va li Agiriyê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be, piştî nîvro jî bi navber berfê bibare.

Germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê kêmtir be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di binê sifirê da 33, li Qersê di binê sifirê da 27, li Erdexanê di binê sifirê da 26, li Erziromê di binê sifirê da 24, li Îdirê di binê sifirê da 12, li Tunceliyê di binê sifirê da 9, li Erzincanê di binê sifirê da 8 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 3, li Erzincan û Îdirê 1, li Agiriyê di binê sifirê da 16, li Erdexanê di binê sifirê da 10, li Qersê di binê sifirê da 9, li Erziromê di binê sifirê da 5 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji ber aşîtê ji berpalan dûr bisekinin, ji bo cemej û mijê jî baldar bin û bê tevdîr nemînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın