Jiyan

Li Agiriyê dîmenên çiya û zeviyên bi kulîlkan xemilîne bi dronê hatin girtin

Abdullah Söylemez   | 27.06.2022
Li Agiriyê dîmenên çiya û zeviyên bi kulîlkan xemilîne bi dronê hatin girtin

Ağrı

 Li Agiriyê ji ber ku baran zêde barî çiya û zevî bi kulîlkên sor, zer, binevşî û spî xemilîn.

Li gor par îsal baran zêde barî, li zeviyên navçeyên Taşliçay, Diyadîn û Bazîdê kulîlkên sor, zer, binevşî û spî vebûn.

Deştên nêzîkî Çemê Muradê bi kulîlkan va xemilîn ku balê dikşînin.

Nûçegihanê AAyê bi dronê dîmenên çiya, zevî û deştên der û dora Çemê Muradê kişand.

Welatî Seyît Tekîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji bo dîtina eqrebayên xwe hatiye Agiriyê û wiha axivî: "Di rêwîtiyê da dema me ev dîmenên xweş dît, em peyabûn û me wêneyan kişand. Kulîlkên rengbireng li her derê heye. Divê bên dîtin, em her tim van çaxan tên herêmê."

Aylîn Tekîna qîza wî jî got îro rojbûna wî ye, ji ber ku ew kulîlkan berhev dike kêfxweş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın