Jiyan

Li Agiriyê şelaleya ku bi ava berfê gur bû dîmenên xweş derxistin holê

Li Ava Kevir (Taşliçay) a navçeya Agiriyê bi hatina biharê ra berf heliya û Şelaleya Tokluyê ku ava wê bi ava berfê va gur bû, bi kulîlk û çêreya der û dora xwe va dîmenên xweş derxist holê.

İbrahim Atmaca   | 31.05.2020
Li Agiriyê şelaleya ku bi ava berfê gur bû dîmenên xweş derxistin holê

Ağrı

Li Ava Kevir (Taşliçay) a navçeya Agiriyê bi hatina biharê ra berf heliya û Şelaleya Tokluyê ku ava wê bi ava berfê va gur bû, bi kulîlk û çêreya der û dora xwe va dîmenên xweş derxist holê.

Şelale li gundê Tokluya Jorîn a li ser navçeyê ye. Her sal vî wextî piştî ku berf dihele, ava şelaleyê gur dibe. Ava şelaleyê ji 15 mêtroyî tê xwarê û dîmenên hejmetkar dertê holê.

Biharê wexta ku gîha hêşîn dibe û kulîlk vedibin, derdora şelaleyê dixemile. Kesên ku ji siruştê hez dikin û kesên ku wêneyan dikşînin, eleqeyê nîşanî şelaleyê didin.

Ziyaretvanên ku tên şelaleyê, li ber wêneyan dikşînin.

Ji ziyaretvanan Yunus Sarikaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew û hevalên xwe ji bo berhevkirina kariyan digeriyan û wan şelale bi tesadufî dît.

Sarikaya got ku ew çi çaxê firsendê bibîne, wê were şelaleyê û destnîşan kir ku kulîlkên rengîn ên derdora şelaleyê derdor xweş kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın