Abdullah Söylemez
04 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2026
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê, herêma Eledaxê ku ji 3 hezar metreyan bilindtir e, di meha Tîrmehê da li ser çiyayên bilind hê havîn û zivistan bi hev ra tên dîtin.
Li serê Çiyayê Koçbaşiyê ku li ser çiyayê Eledaxê li başûrê navçeyê ye û li çiyayên derdorê hê şert û mercên zivistanê hene.
Her çend gelek deverên welêt di bin bandora hewaya germ da ne jî tebeqeya berfê ya li serê Eledaxê û çemên herikbar dîmenên bedew çêdikin.
Malbatên koçer jî bi pez û dewarên xwe ra dest bi hatina vê herêmê kirine.
Enver Çarbogayê şivanê koçer ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal ji ber barîna zêde ya berfê li herêmê, koça xwe ya ber bi zozanan va bi derengî xistine.
Abdurrezak Yerlîkaya jî got ku demek berê hatine zozan û heywanên xwe lê diçêrînin.