Jiyan

Li Agiriyê kulîlkên rengîn ji wênekêşan eleqeyê dibînin

Abdullah Söylemez   | 15.06.2021
Li Agiriyê kulîlkên rengîn ji wênekêşan eleqeyê dibînin

Ağrı

Li Agiriyê berf heliya û kulîlkên bi ava berfê hêşin bûn tebîet reng rengî kirin. Hezkiriyên wênekêşiyê û tebîetê eleqeyê nîşanî kulîlkan didin.

Li bajarê zivistana wê bi zor û zehmetî derbas dibe hewa êdî germ bû û berf dihele. Li çil û çiyayên bajêr kulîlkên rengîn vekirin.

Kulîlkên zer, şîrik, sor, mor, hêşîn û kesk ên li çiya û geliyan vekirin tebîetê jî rengîn dikin.

Hezkiriyên wênekêşiyê jî eleqeyê nîşanî herêma rengîn didin.

Murat Aslanê wênekêş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji qerebalixiya bajêr dûr di nav kulîlkan da dema xwe derbas dikin.

Aslan got kulîlkên bi ava berfê hêşin dibin dîmenên xweşik derdixin holê û wiha pê da çû: "Di pêvajoya astengên Kovîd-19ê da em di malan da man û bi sistkirina astengan va me berê xwe da tebîetê em li çil û çiyan geriyan. Meriv li tebîetê hizûrê dibîne."

Aslan got bihar dereng hat herêmên bilind û wiha axivî: "Ji ber ku bihar dereng tê herêmên bilind kulîlk li van deran teze vedikin. Bîhna kulîlkên rengîn jî gelekî xweş e û kişandina wêneyan jî gelekî baş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın